Rejîma Îranê dest datîne ser malên xwepêşanderan
Dozgerê Giştî Mihemed Mûhedî Azad di çarçoveya hewldanên rejîma Îranê yên ji bo tepeserkirina xwepêşandanên gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, daxwaza desteserkirina mal û milkên xwepêşanderan kir.
Dozgerê Giştî Mihemed Mûhedî Azad di çarçoveya hewldanên rejîma Îranê yên ji bo tepeserkirina xwepêşandanên gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, daxwaza desteserkirina mal û milkên xwepêşanderan kir.
Dozgerê Giştî yê Îranê Mihemed Mûhedî got ku divê hêzên ewlehiyê yên hikûmetê bên neçarkirin ku mal û milkên xwepêşanderan eşkere bikin û wan ji dozgeriyê re rapor bikin da ku dest deynin ser wan.
Mihemed Mûhedî di demek ku xwepêşander daketin kolanan da ku mafên xwe yên rewa dixwazin, tepeserkirina xwepêşanderan wekî “cezakirina terorîstan” binav kir.
Her wisa Serokê Dadweriya Parêzgeha Qomê got ku wî dest daniye ser hemû mal û milkên karsazekî ku piştgirîya grev û xwepêşandanan kiriye.
Parêzerekî li Swêdê dijî yê binavê Mûîn Xezailî li ser rûpela xwe ya X’ê têkildarî mijarê parvekirinek wiha kir; “Serdozgerê Giştî yê Îranê daxwaza destnîşankirin û desteserkirina mal û milkên xwepêşanderan kiriye, wan wekî terorîst binav kiriye. Ev sernaveke ji bo rewakirina qirkirin, tepeserkirin û bêparkirina welatiyan ji mafên wan yên bingehîne. Desteserkirina milkê taybet bêyî darizandineke adil, ne yasayî ye.”